top of page

REYA GUND....


ŞEVEK Lİ SER RÊYA GUND

      Osman sê sal bû ji mala xwe dûr ketibû. Piştî sê sala wê bi gihîştiya dê, bav, xwişk û birayên xwe. Gava ku peyayê navçeya Panosê bû roj zehf dereng bibû vesaîtê gund nemabûn. Çû dikana gundîyê xwe dît dikan girtîye. Bi lez ber bi rêya gund ve çû. Gihîşte ser rê kes li van dera tunebû nikarbû peya here gund cardinê hate nav sûkê, texsiyekî gerya, kêm firsendî dikirin perekî pêr ji dixwastên perê wî jî hewqas tunebû. Şerm dikir ku bêje em herên gund ez ê perê ve gund bidme ve digot dibe em herin gund ku pere tunebe ez ê ji kê deyn bikim. Dit ku nabe carke dinê zivêrî ser rêya gund êpêce li wê derê sekinî. Çiqas vesaît hatin kesî ewî hilneda. Êdî roj çu ava, tav winda bû, vesait jî kêm dihatin. Du dilî bû ne evbû here ne jî evbû were şaş mabû nizanibû çi bike. Li di alyekîda jî dem derbas dibû.

      Biryara xwe da ku bizivire sûkê wê gavê, pîqabek hat ber sekênî. Bi şahîyê bazda pîqabi qasî çar kîlometreyan çûn. Dît pîqab rêya gundê wan derket kete rêyeke dinê. Bi xemgîniyek mezin pîqab da sekinandin, ji peya bû. Tarî şeve reş bû çav çavî ne didît. Tenê bi serê xwe wêderê ma. Bêhêvî tepetepa dilê wî bû. Jiyana xweda heta roja îro hewqas ne tirsiyabû. Tenê ketbû defikê ne dikaribû here ne jî dikari bû were, nava çolê mabû. Xîncî Xwedayê wî tu kesekê wî tunebû. Gûndiyên wan Ferhat kete bîra wî Ferhat ser vê rêyê hatibû kuştin tirsa wî he jî zêde bû. Dît ku firsendên vegerê tune kete rêya gund bi tirs û helocanê gav awêtin. Êpêce çû hêdi hêdi ciyê Ferhat ku hatiye kuştun nîzikê wêderê dibû. Pîştî vêderê wê biketa gelî û gelî da biçûya. Qet ‘îyem ne dixwest ku gêlîda here. Zehf gelî ditirsiya. Wê tirsêda rêya xwe berdewam dikir. Heta ciyî Ferhat hatibû kuştin hat. Dilê wî şewêtî hêsira çavî wî da awêt. Bi dileke kûl vêderê ra derbas bû. Kêleka gelîda diçû. Nevêrê bû bikeve gelî. Lewra ku nekewe gelî jî nikare here gund. Bi darê zorê kete gelî. Bi vê tirsê gavê xwe awîte jêrê. Ber binê gelî de çû. Wê tirsê de dengek kete guhê wî. Di ciyî xwe de sekini êdî gav neavît. Bêdeng ma der dora xwe guhdarî kir. Ku şev tarî reş bû tiştek ne dihate xweyan. Lê belê ezman da stêrk dibiriqîn. Li ku merêv serê xwe bilindê ezman dikir bêdawî stêrk xuyan dikir. Lewra ronahiya stêrkan xîncî der dorê xwe ciyek din renayî nedikir. Heyv zehf durva dihate xweyan. Ji bo wî ronahiya hevyê ne diavîte erdê.

       Bi rastî du deng bihîst. Yek ser rûyê erdê dixişya dihat. Weke dengê maran bû. Belkî dengê req, fatfatok û dûpişka be jî xîncî mar tû haywan nehate bîra wî. Ya din awudirej dihat veke dengê gura dûr dihat. Wê carê hê zêde bêdeng bû, gûhdarî kir. Disa her dû deng zelal hate guhê wî. Tirsiya, dilê xwe da got ku mar be vere wê tariyê da bi min vede, an ku gur vere min bixeniqîne. Terpe terpa dilê wî zide bû. Kerba da wê bi xeriqya biketa. Aliyê ser gelî da revî. Deng jora gelî da hat. Rêya xwe zivirand li milê rastê da revî zinareke mezin kete pişyê. Ewa zehf cara kileka wî zinarî re derbas bibû. Wê tirsê da zinar va hilpas bû. Derkete ser zinar. Ser zinar de rûnişt. Derdorê xwe mize û guhdarî kir. Taryê da tiştek nedit. Dilê xwe de mitale kir. Wextekî yekî gundiyê wan behsa cina kiribû. Êdî eva kete hişê wî. Lewra ewî gundiyê wî gotêbû exlebî cin gelya da kortada hene. Tirsa wî zêdetir bû. Ser zinar wisa ma. Alyekê mar, alyekê gur, alyekê jî cin. Yek ji yekî xirabtir bû.

     Serê xwe danî nav her du destê xwe. Dilê xwe da çiqas duayê dizanibû hemûşka xwend. Gotî bûnê ku ciyekê da cin hebe Quranê bixwînin wî çaxî cin tev li we nabin. Hê Sûrên Quranê dixwend. Bavê wî yê rehmetî hate bîra wî. Bawê wî behsa Yunus Pêxember kirêbû. Yunus pêxamber şeveke tarî dawijne nav behrê, behr bipêl, şev firtine, alyekê şilî û birûsk masî kî mezin tê evî qurt dike diçe zikê masî da. Xweda visa dixweze ewî zikê masî da tine davîje kileka behrê. Got Xwedê bavê min şand hewara min.

      Peyayê erde bû. Her dû destê xwe bilind kir. Heta zimanê wî zivirî dua û şikir kir. Niyet kir ku ser zinar razê sibe zû rabe bikeve rê. Dîsa rabû zinarê va hilpas bû wê derkete ser zinar. Xwe dirêj kir. Çakêtê xwe avîte ser xwe Çavê xwe girt bêtirs kete xewê. Xwekî şîrîn û xweşik. Ne hişyar bû ne jî dilê wî da tirs mabû. Şeva tarî û şevereş da bê tirs kete xewê. Berê sibê rabu her der renayî bibû bi dilekî xweş ber bi gund va meşîya.

                                                                                                        Mehmet Nuri CANDEMİR

Comments


Yayınlanan tüm yazılar izne tabidir. İzin almadan kullanılamaz. İspat  -  Patnos'un sesi soluğu  -  04ispat04@gmail.com - Pendik, İstanbul, Türkiye 34698

bottom of page